Biçe ser naveroka sereke

Elî Rezayî dikare ji cihê ku li Efxanistanê tevav kir, bidomîne:Wek pispor di pêşekariyê de

Evîn û meraqa mezin a Elî Rezayî Elektronîk e. Ji dema ku ew di Cotmeha 2021ê de wek penaber derbasî EyaletaNRW'ê, karkirina dubare di vê sektorê de armanca wî ya mezin bû. Lê Efxanistanê pergala xwe ya fêrkariya pêşeyî tuneye û wî zanyariyên xwe bi awayê nefermî bi dest xistiye.

Şiyana meraqdarbûna vî mêrê ciwan li qada perwerdehiyê, "Xwe"ya vegir e. Dema ku ew di Adara 2022an de li cem Kirsten Bückers Rêveberê dosyeya KIM'ê li Schalksmühle, Märkischer Kreis'ê amade bû, pêştir wî derfeteke wergirtinê di Kûrsa Ziman a Entegrasyonê wergirtibû û wî ev kûrs bêyî ti pirsgirêkekê bi dawî anî. Wan li ser pêngavên din di rêka derbasbûna bo bazara kar gotûbêj kir. Birêz Rezayî bilez hînî van hemî babetan bû. Ew hevrê digel rêveberê dosyeya KIM'a xwe, xwe ji bo gotûbêja danasînê ji bo kûrsên fêrbûna kar amade kir. Li vir diyar bû ku ev mêrê hezkirî yê ciwan, xwedan jîriyeke zêde ye. Wî dizzanî ku li welatê xwe yê jêderk di gotûbêjên bi vî rengî de çawa tev digerin, çi dipirsin, çawa xwe wek balkêş nîşan didin. Lê li Almanyayê? Ji bo Elî Rezayî hînbûna vê mijarê ku kesek di rewşeke wisa de çawa "durist" tev bigere, babeteke mezin bû.

Nebûna bawernameyên perwerdehî û şixulînê ji bo hinek kompaniyan pîverekm ji bo wêdadayînê ye, hinekên din berovajî, nêrîneke deqîqtir li daxwazkerên kûrsên fêrbûna kar û hînbûnê hene: Ew çiqasî pispor û ji hêla têgihîştinê ve bihêz e. Çi zanyariyên wî yên seretayî hene? Ew çawa di pêvajoya karî û di danûstana civakî de cîgeha xwe dibîne?

Julia Pasternak ji Beşa Çavkaniyên Mirovî ya Kompaniya Novelis Standort'ê dibêje: "Em li Novelis'ê têkildarî birêz Rezayî bi lez pê hesiyan ku ew çiqasî pisporane û bibiryar erkên xwe bi cih tîne û kêfxweş in jivêya ku Baskê Ohle'yê yê Kompaniya Novelis'Ê bi amadebûna wî bûye xwedana karmendekî wisa ciwan, sozdar û berzefirr. Em şanaziyeke zehf bi funksyonên perwerdehî û praktîkî yên wî dikin û bi meraq li benda hevkariyê di pêşerojê de ne!"

Birêz Rezayî ji Tebaxa 2023an ve bi geşatiyeke zehf li Novelis'ê li Plettenberg'ê li Sauerland'ê kûrseke fêrkariyê ya têkildarî teknesiyenê elektronîkê ji bo Endazyariya Pêşesaziyê derbas dike. Û dibistana Pêşeyî? Elî Rezayî peyveke Almanî gelekî zû hîn bûye: Herausforderung anku Çelinc!

Biçe destpêka rûpelê